'Di bombebarana Kampa Mexmûrê de ti gerîlayekî canê xwe ji dest nedaye'

08-10-2023
RÛDAW
Nîşan Kampa Mexmûrê Reşad Gelalî PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî YNKyê ji Rûdawê re ragihand ku di bombebarankirina Kampa Mexmûrê de ti gerîlayekî canê xwe ji dest nedaye.

Droneke Tirkiyeyê, doh êvarê Kampa Mexmûrê ya penaberên Bakurê Kurdistanê ya li qezaya Mexmûrê bombebaran kiribû.

Alîkarê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdisrtanê (YNK) ya Mexmûrê Reşad Gelalî, jinek, xortek û zarokek birîndar bûne û “tu gerîlayekî” canê xwe ji dest nedaye.

Alîkarê Berpirsê Malbenda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdisrtanê (YNK) ya Mexmûrê Reşad Gelalî Rûdawê re axivî û got:

“Bombebaranê demjimêr 07:05an êvara Şemiyê û di dema nimêja Eşayê de mizgefta kampê kir armanc.

Di encamê de jinek, xortek û zarokek bi sivîkî birîndar bûne.”

Gelalî da zanîn jina ku birîndar bûye sala 1951an ji dayîk bûye û xort jî sala 2008êan ji dayîk bûye.

Herwiha Gelalî got: “Gotegotek hebû ku du gerîlayên PKKyê di nav kampê de bûbin, xuya ye armanca êrîşî jî ew bûn, lê ne rast bû û ti gerîlayek di wê êrişê de nehatiye armancgirtin.”

Kampa Mexmûrê ku niştecihên kampê jê re dibêjin “Kampa Şehîd Rûstem Cûdî” ji sala 1998an ve li quntara Çiyayê Qereçûxê yê li rojhilatê Mexmûrê ji bo penaberên Kurd ên Bakurê Kurdistanê hatiye çêkirin.

Li gor amarên Îdareya Mexmûrê, nêzîkî 10 hezar penaber Kurdên Bakurê Kurdistanê li kampê hene.

Tirkiyeyê çendîn car ragihandiye ku kamp bûye cihê perwerdekirina endamên PKKyê û heta niha çend caran bombebaran kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst