Di dawetê de pevçûn: 2 mirî, birîndarek

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Norxanê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê di dawetekê du aliyan pev çûn û di encamê de 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû.

Li gor zanyariyan li gundê Çakmakê yê Norxanê, di merasîma dawetekê de ji ber sedemeke nehat zanîn di navbera du aliyan de nîqaş derket.

Li ser mezinbûna nîqaşê, kesê bi navê B.S. bi çekê gule li M.B, Z.Ç. û Î.Ç. reşandin.

Di encamê de Î.Ç û Z.Ç. canê xwe ji dest da û M.B. jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendurustiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê M.B. rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Norxanê.

Êrişkar B.S. ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.