Tirkiyeyê 56 milyon dolar zerer gihand santralên Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên asmanî yên Tirkiyeyê bi dehan milyon dolar zerer û ziyan gihandiye jêrxaneyên aborî û tenduristiyê yên Rojavayê Kurdistanê.

Êrişên asmanî yên artêşa Tirkiyeyê zererên mezin gihandine kertên enerjiyê ku gaz, elektirîk û sotemeniyê ji nişteciyên herêmê re dabîn dikin.

Li gorî nirxandinên destpêkê yên çavkaniyên Rêveberiya Xweser, zererên ku êrişên Tirkiyeyê gihandiye jêrxaneyên aborî û tenduristiyê yên Rojavayê Kurdistanê bi dehan milyon dolar e.

Hevserokê Desteya Enerjiyê yê Rojavayê Kurdistanê Ziyad Rustem ragihand ku 5 santral ango wêstgehên veguhestina elektirîkê hatine têkdan.

Ziyad Rustem da zanîn ku Wêstgeha Siwêdiyê ya dabînkirina elektirîkê ya herêma Cizîrê hatiye têkdan û 50 milyon dolar zerer li wê wêstgehê bûye.

Bi gotina Ziyad Rustem, 6 milyon dolar zerer gihaye li her çar sanralên din ên veguhestinê.

Aborînas Xorşîd Elîka jî ji Rûdawê re got ku armancgirtina jêrxaneya kerta enerjiyê ji bo têkdana rewşa aborî û jiyana xelkê herêmê ye.

Li gorî çavkaniyeke taybet ji herêma Dêrikê, tîmên teknîkî dest bi çakkirina hinek wêstgehên elektirîkê li herêmê kiriye.

Çavkaniya taybet ji Rûdawê diyar kir ku doh demjimêr 6ê sibehê tîmên teknîkî dest bi çakkirina wêstgeha Siwêdiyê kir.

Tîman bîrên petrolê yê li nêzîkê gundê Sêgirkayê çak kirin û aktîv kirin.