RIHA – Derzî li milê nexweşê da, rastî êrişa hevjînê wê hat

08-10-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Perestyar Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, welatiyekî ji ber ku perestarê mêr derzî li milê hevjîna wî daye kepiya perestar şikand.

Kadir Fatih S. duh hevjîna xwe bir Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê.

Dema Kadir Fatih S. ji bo tomarkirina navê hevjîna xwe çû beşa kompîterê, perestyarê bi navê Mehmet Şah Bilge derzî li milê hevjîna Kadir Fatih S. da.

Kadir Fatih S. dema vegeriya got, “Li vê derê perestyara jin heye ji ber çi perestyarekî mêr derzî li hevjîna min da” û êrişî perestar Mehmet Şah Bilge kir.

Di êrişê de bêvila Mehmet Şah Bilge şikest.

Kadir Fatih S. ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Dîmenên dema êrişê ji aliyê kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê ve hatin tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst