Serokê Îmaratê, Mesrûr Barzanî vexwend Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî

08-10-2023
Nîşan Mesrûr Barzanî Îmarata Erebî Vexwendin Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Konsulê Giştî yê Îmarata Erebiyê yê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê qebûl kir.

Konsulê Giştî yê Îmarata Erebiyê yê Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El-Zahirî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vexwend welatê xwe da ku tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Avhewayê (COP28) bibe.

Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Îmarata Erebiyê yê Herêma Kurdistanê Ehmed Îbrahîm El-Zahirî, li Hewlêrê hevdîtinek kir.

Serokwezîriyê li ser vê hevdîtinê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî vexwendnameya Serokê Îmarata Erebiyê Mihemed Bin Zayid El Nehyan pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Mihemed Bin Zayid El Nehyan di vexwendnameyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê vedixwîne ku beşdarî Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) bibe.

Lûtkeya Avhewayê ya Cîhanî (COP28) dê di 1 û 2ê Kanûna Pêşîn de li Expo Citya Dubaiyê were lidarxistin

COP28, bi roja neteweyî ya Îmarata Erebiyê re hevdem e.

Li aliyê din Mihemed Bin Zayid El Nehyan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî vexwendibû heman lûtkeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst