Li Bedlîsê otomobîlek li traktorekê qelibî: Miriyek û birîndarek

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê, şeva borî otomobîlekê li traktorekê da.

Di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li ser rêya nahiyeya Pirxusê yê Xelatê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek ji paş de li traktorekê qelibî û kesekî di otomobîlê de canê xwe ji dest da û kesekî din jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên AFADê çûn cihê bûyerê.

Cenazayê kesê ku canê xwe ji dest da û kesê birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê hatin veguhestin.