Li Meletiyê erd bi hêza 4,4 pileyan hejiya

08-10-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku demjimêr 01:01ê li navçeya Çirmikê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbûye.

Li gorî AFADê, kûrahiya erdhejê 5,93 kîlometre bûye.

Heta niha li ser zererên erdhejê ti zanyarî nehatine dayîn.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê ku li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûn sedema canjidestdana zêdetirî 50 hezar kesî, erdhejên paşekî berdewam in.

Heta niha zêdetirî 10 hezar erdhejên paşekî hatine tomarkirin ku ya herî mezin bi hêza 6,4 pile li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst