Mesrûr Barzanî: Me pêşniyar kiriye ku berbijêrê serokomariyê li Parlamentoya Kurdistanê bê diyarkirin

08-10-2022
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Berbijêrê Serokkomariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşniyar kiriye ku berbijêrê serokomariyê li Parlamentoya Kurdistanê bê diyarkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Şemiyê li Hewlêrê beşdarî civîna Zankoya Soranê ya li ser “Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn” bû û bersiva pirsekek ser diyarkirina berbijêrê serokkomariyê da û got, “Ti xaleke destûrî û yasayî nîne ku serokwezîr Şîe be, serokomar Kurd be yan jî serokê parlamentoyê Sune be lê wek nerîtekê hatiye û heta niha jî tê cibicîkirin, ew nerît çawa hatiye? Piranîya Şîeyan serokwezîr destnîşan dike û paşê jî parlamento baweriyê dide. Piraniya Suneyan jî serokê parlamentoyê destnîşan dike. Di vir de daxwaz ew e ku piraniya Kurdan berbijêrê xwe yê serokomariyê destnîşan bike.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, di her sê civînên yekem ên Parlamentoya Iraqê de, Kurdan bi yekrêzî piştgirî dane berbijêrekî serokomariyê û anî ziman, ” Mixabin, di dewra berê de ev nerît hat şikandin. Ji ber vê yekê Serokomarê Iraqê ku diviyabû bi piraniya Kurdan bihata hilbijartin, nehat diyarkirin, berovajî vê yekê, piraniya Şîeyan li parlamentoyê bêyî Kurdan serokomar destnîşan kirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku divê rêz li encamên hilbijartinan were girtin, aliyên serkeftî yê hilbijartinên Iraqê li Başûrê Kurdistanê kî ye û got, “Mafê wî yê zêdetir heye ku berbijêrê serokomariyê pêşniyar bike lê ji bo ku em vegerin ser nerîta berê, me daxwaz kiriye ku piraniya gelê Kurdistanê berbijêrê serokomariyê destnîşan bike û ew kes bibe berbijêrê hemû gelê Kurdistanê û di parlamentoya Iraqê de deng bê dayîn ku nûnertiya hemû gelê Kurdistanê bike.”

Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman, “Bila berbijêr li Parlamentoya Kurdistanê bên pêşniyarkirin û her kesê ku piraniya piştevaniya Parlamentoya Kurdistanê bi dest bixe bila bibe berbijêrê yekgirtî yê gelê Kurdistanê. Wê çaxê divê Parlamentoya Iraqê rêzê li helwesta gelê Kurdistanê bigire û wî berbijêrî hilbijêre.”

Mesrûr Barzanî got, “Me her tim rêz li piraniya dengên Şîe û Suneyan girtiye ji bo hilbijartina berbijêrên xwe, heq e niha jî pêkhateyên din rêzê li piraniya dengên Kurdan bigirin ji bo destnîşankirina xwe berbijêrên xwe yên serokomariyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst