Rewşa li Serê Kaniyê û Girê Spî her diçe dijwartir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 3ê salan ji dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî, rewşa dijwar a koçberên Serê Kaniyê, bi taybet zarok û xwendekaran, roj bi roj dijwartir dibe.

Heta niha, 135.000 kes ji herêma Serê Kaniyê koçber in. 30.000 koçber li herdu Kampên Waşokanî û Serê Kaniyê ne. 105.000 koçber li derveyî kampan in ku gelek ji wan hê di nav dibistanan de ne.

Ji nav kampa koçberên Serê Kaniyê, Mafnas û Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso  ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Ciwan Îso got ku saziyên navdewletî bi erkê xwe ranabin û tenê Rêveberiya Xweser alîkariyê ji bo koçberan pêşkêş dike.

Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso dibêje: “Jixwe rewşa koçberên di Kampa Waşokaniyê de zelal e çend dijwar e. Rewşa xelkê me yên ku piştî dagirkeriyê li Serê Kaniyê mane jî gelek xirab e.”

Kordînatora Saziya Hevdestî Orhan Kemal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, niha tenê 48 Kurd li Serê Kaniyê mane. Ew jî pîremêr û pîrejin in û li nav bajarê Serê Kaniyê û gundekî nêzîkê bajêr li ber malên xwe ne.