Malbatên lîstikvan û rêveberên Amedsporê wek hedef tên nîşandan

08-10-2022
Ferdî Sak
Malbatên lîstikvan û rêveberên Amedsporê wek hedef tên nîşandan
Malbatên lîstikvan û rêveberên Amedsporê wek hedef tên nîşandan
Nîşan Amedspor Zext Gefxwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stêrka herî geş a futbolê ya li Bakurê Kurdistanê Amedspor, piraniya caran ji ber ku tîmeke Bakurê Kurdistanê ye di lîstikên xwe yên ligel tîmên Tirkiyê de rûbirûyî cûdakarî, nijadperestî, zext û guşarên cuda dibe.

Niha rewş hatiye wê astê ku êdî ev yek tenê bi lîstîkan sînordar nemaye, lewra malbat û zarokên beşek ji rêveberên vê tîmê jî rûbirûyî heman danûstandinê dibin. Dîrektorê Teknînîkê yê Amedsporê Ahmet Yildirim behsa serpêhatiyeke zarokê xwe yê 13 salî li dibistaneke Stenbolê ligel hevalên wî dike û dibêje heman helwêsta dijî Amedsporê li beramber kurê wî jî hatiye nîşan dan.

Dîrektorê yê Amed Sporê Ahmet Yildirim got, “Berî lîstikê li dibistana kurê min, di pola wî de nivîsa bila Amedspor bê girtin hatiye nivîsîn. Berî lîstikê min ev agahî wergirt û ez gelekî xemgîn bû. Em li her cihekî di warê psîkolojîk de têk diçin. Bifikirin li dibistana zarokekî 13 salî tê gotin bila Amedsporê bê girtin, ji ber min. Ji ber ez li vir dixebitim. 3-4 hevalên wî gotine bila terorîst derkevin. Ji hevalên xwe helwêstek wiha dîtiye û vê yekê jî bandoreke zêde li min kir û ez gelekî xemgîn kirim. Ez ligel dibistanê axivîm, dibe ku vê çareser bikin, lê psîkolojiya zarokan wiha zû baş nabe.”

Biryar e sibe Amedspor li bajarê Çorumê yê Tirkiyê ligel Çorumsporê lîstikekê bilîze. Serokê Amedsporê berî wê lîstikê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ev helwêsta li beramber wan tê nîşandan bandorê li ser performansa lîstikvanên wan jî dike.

Serokê Amed Sporê Selahattîn Yildirim anî ziman, “Li Tirkiyê bi taybet tîma me çend hefte ne rûbirûyê helwêstên cudakarî û dijberiyê dibe. Bêguman ev prose bandoreke gelekî xirab li tîma me dike. Tîm dema li deplasmanê ligel me dilîzîn weke ku dozeke niştîmanî be li lîstikê dinêrin. Li stadyûman sloganên nijadperest û cihêkar tên gotin û tîma me wek hedef tê nîşandan. Lê vê dawiyê ev rewş ji nav tîmê derketiye û dijî lîstikvan, mamosteyên me, malbat, hevjîn û zarokên wan jî gihiştiye asta gefê.”

1ê vê mehê lîstikeke Amedsporê ligel tîma bajarê Afyonê yê Tirkiyê Afyonsporê hebû. Lê Fermandarê Cendermeyan yê wî bajarî Yilmaz Kirgel berî wê lîstikê amaje bi êrîşa Mêrsînê dabû û bi awayekî eşkere Amedspor wek hedef nîşan dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst