Li kampên koçberan rêjeya beşdariyê kêm e

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, zêdetirîn rêjeya beşdariya koçberan di dengdanê de li Duhokê û kêmtirîn jî li Silêmaniyê bûye.

Li Duhokê ji %24ê dengderên li kampan heta demjimêr 12.00 deng dan û li kampa Xankê hejmareke zêde ya koçberan heta demjimêr 15.00 deng dan û rêje gihişt ji %50. Li Silêmaniyê heta demjimêr 12.00 ji %10ê dengderên li kampan deng dan û ji 3160 koçberên li herêma Silêmanî, tenê 331 koçberan deng dan.

Li Hewlêrê koçberên li kampan beşdarî proseya dengdanê bûn û heta demjimêr 12.00 rêjeya beşdariyê gihişt ji %11.

Li Herêma Kurdistan û Iraqê îro dengdana taybet birêve diçe û rêjeya beşdariya xelkê jî di vê dengdana taybet de li Herêma Kurdistanê heta niha gihiştiye ji %40.

Endamê Dezgeha Hilbijartinê ya PDKê Hawar Mihemed ji Rûdawê re ragihand, heta demjimêr 12.00, rêjeya beşdariya di dengdana taybet de li Hewlêrê ji %43, li Duhokê rêjeya beşdariya hêzên emnî ji %41 û li parêzgeha Silêmanî rêje kêmtir e û heta demjimêr 12.00 ji %34 bûye.

Li gor zanyariyên Rûdawê, li parêzgeha Kerkûkê jî heta niha rêjeya beşdariya di dengdana taybet de wek ji %30 û li Neynewa jî wek ji %39 hatiye tomarkirin.