Zêdetirîn û kêmtirîn rêjeya beşdariya di dengdana taybet de li ku derê ye?

08-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor zanyariyên bi dest peyamnêrên Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, li Herêma Kurdistanê û herdu parêzgeha Kerkûk û Neynewayê heta demjimêr 14:00 îro zêdetirîn rêjeya dengdanê di dengdana taybet a ji bo hilbijartinên parlamentoya Iraqê li Raniyê bûye û kêmtirîn rêje jî li Kampa Şariya ya li Duhokê bûye.

Li gor zanyariyan, rêjeya beşdariya di dengdana taybet de heta demjimêr 14:00 nîvro li Hewlêrê %41, li Duhokê %41, li Kerkûkê %38, li Silêmaniyê %38, li Helebce %59 û li Neynewayê jî %39 bûye.

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê ragihand, rêjeya beşdariya di dengdanê de li sînorê parêzgehê %38 bûye û rêjeya herî zêde ya beşdariyê jî li qezaya Raniyê bûye ku zêdeyî %70 kesên mafên wan ên dengdanê hene, dengê xwe dane.

Peyamnêrê Rûdawê li Raniyê ragihand, li vê qezayê 16 hezar û 114 mafê wan ê dengdanê heye.

Li sînorê Akrê û Berdereş jî ji 8 hezar û 597 dengderên taybet, 3 hezar û 460 kesan dengê xwe dane.

Rêjeya beşdariya koçberan li sînorê parêzgeha Duhokê heta niha %24 bûye, kêmtirîn rêjeya beşdariyê jî li Kampa Şariya bûye.

Li parêzgeha Silêmaniyê jî du binkeyên taybet bi koçberan hene û li gor zanyariyan, heta demjimêr 12:00 rêjeya dengdanê li wan binkeyan %10.4 bûye û ji 3 hezar û 160 kesan tenê 331 kesan dengên xwe dane.

Li hinek binkeyên dengdanê hin pirsgirêkên teknîkî derketin, wek mînak li hejmarek binkeyên li Duhokê. Rêveberê Ofîsa Komîsyona Hilbijartinên Iraqê li Duhokê, Xalid Ebas ji Rûdawê re ragihand: “Piraniya pirsgirêkên teknîkî hatine çareserkirin û em hêvîdarin dengderên sînorê parêzgeha Duhokê di dema diyarkirî de bikarin deng bidin.”

Xalid Ebas diyar kir: “Komîsyonê biryar daye li gel karta bayometrî, dengder dikarin bi nasnameyên xwe yên serbazî jî deng bidin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst