Nêçîrvan Barzanî: Kêfxweş im ku dengdana taybet bi serkeftî bidawî bû

09-10-2021
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Hilbijartinên Iraqê Dengdana Taybet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember bi serkeftî bidawîhatina dengdana taybet li Başûrê Kurdistan û Iraqê derbirî û got, “hêvîdar im dengdana giştî jî serkeftî û bêpirsgirêk birêve biçe.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê dengdana taybet a li Başûrê Kurdistanê û Iraqê peyamek li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de diyar kir, “Ez kêfxweş im dengdana taybet a bo hilbijartina Encûmena Nûneran, li Iraq û Herêma Kurdistanê serkeftî bidawî hat.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dewama peyama xwe de got, “Spasî û destxweşî bo beşdariya berfireh a Pêşmerge, hêzên emnî û xwîşk û birayên aware. Ez hêvîdar im dengdana giştî jî serkeftî û bêpirsgirêk bidawî bibe.”

Li Herêma Kurdistan û Iraqê îro proseya dengdana taybet birêve çû ku demjimêr 07.00 destpê kir û 18.00 bidawî hat. Hêzên emnî, koçber û girtiyan di çarçova vê dengdanan taybet de dengê xwe dan.

Li gor amarên hatine belavkirin, di dengdana taybet de, zêdetir ji yek milyon û 75 hezar karmendên hêzên emnî û serbazî, mafê dengdanê hebû û mafê dengdanê yê 120 hezar û 126 koçberan û 671 û herwiha mafê dengdanê yê 671 zindaniyan hebûye.

Li Herêma Kurdistanê, di dengdana taybet de zêdetirî 331 hezar û 600 kesî mafê dengdanê hebû ku 225 hezar û 851 ji hêzên emnî, 105 hezar û 754 koçber ku beşeke zêde Kurdên Êzidî ne û hejmareke kêm ya zindaniyan mafê dengdanê hebû.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdariya di dengdana taybet de belav kir û li gor amarên hatine belavkirin, rêjeya beşdariya di dengdana taybet de li Hewlêrê ji %75, Silêmanî ji %78 û li Duhokê jî ji %69 bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst