ENKS: Çekdaran xelkê Serê Kanî û Girê Spî koçber kirin

Hewlêr (Rûdaw) - ENKSê di duyemîn salvegera dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî de ragihand, ku çekdarên opozisyona Sûriyê mezintirîn binpêkirin di derheqê welatiyan de kirine û bûne sedema koçberbûna xelkê wan herêman.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê rewşa Serê Kaniyê û Girê Spî de daxuyaniyek  belav kir.

ENKSê di daxuyaniyê de bibîr xist ku Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, bi “hinceta parastina ewlekariya xwe û hebûna PKKê” li ser sînor, roja 09/10/2019an êrîşî Serê Kaniyê û Girê Spî kiribû û ev êriş bû sedem ku bi deh hezaran welatiyên wan bajaran koçber bibin û di rewşeke xerab de bijîn.

ENKS dibêje, grûpên çekdar mezintirîn binpêkirin di derheqê welatiyan de, ji diziya mal û mulkê wan, revandin, îşkence û standina pereyan ji xelkê pêk anîne û ev bû sedem ku xelkê li wan herêman mabûn jî, koçber bibin.

Di dewama daxuyaniyê de ENKS diyar dike, tevî nerazîbûn û bangên rêxistinên mirovî û navdewletî û Kurdî jî, lê ew binpêkirin nehatine rawestandin, û Tirkiyê û civaka navdewletî rê li ber wan binpêkirinan negirtin.

Her di wê daxuyaniyê de ENKS wan binpêkirin û tawanan protesto dike û daxwazê ji civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî, di serê de jî Amerîka, Rûsya û Tirkiyê dike, ku “sînorekî ji êşa xelkê wan navçeyan re deynin û kar ji bo derxistina grûpên çekdar û vegerandina koçberan ji bo navçeyên wan bikin.”

 

 

“Demografî tê guhertin”

Li aliyê din komîteya bi navê `Em dê Bimînin û Vegerin`, konferanseke rojnamevanî li kampa Waşokanî ya koçberên Serê Kaniyê li darxist û tê de ragihand, ku heta niha binpêkinên rêxistinkirî li dijî xelkê Serê Kaniyê berdewam in.

Komîteyê got jî, çekdarên opozisyonê “hewla guhertina demografî didin û niha malbatên DAIŞê û rêxistinên din ên terorîst, li herêma Serê Kaniyê bicî dikin.”