Robert Ford: Heta Rûsya garantiyê nede Amerîka ji Rojava venakişe

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Sûriyê Robert Ford dibêje, eger Rûsiya garantiya parastina Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nede, ew pêşbînî dike ku hêzên Amerîkayê dê li Sûriyê bimînin.

Robert Ford di gotareke xwe de diyar dike, di çend salên derbasbûyî de, Amerîka ji îslamiyên di Îtîlafa Opozisyona Sûriyê de û piştgiriya Tirkiyê ji wan re, ne razî ye û li beramber jî, Amerîka ji HSD û Rêveberiya Xweser ji ber serkeftina wan di şerê DAIŞê de, razî ye.

Rebert Ford dibêje, piştî pêşwaziya Wezareta Derve ya Amerîka li Seroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriya Demokratîk (HSD) Îlham Ehmed re, Amerîka tekez dike, ku ew piştgiriya aramiyê li deverê dike û “mirov dikare bibêje, ku dê Amerîka li Rojhilatê Sûriyê bimîne û dê li ber destêwerdana hêzên Sûriyê, Rûsya, Tirkiye û Îranê rêgir be.”

Balyozê berê yê Amerîkayê dibêje, eger Brett McGurk bi Rûsya re negihije ti rêkeftinê û Rûsya garantiya parastina Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk nede, ew pêşbînî dike ku dê tîma Joe Biden hêzên Amerîkayê li Sûriyê bihêlin.

Herweha Ford dibêje, ku çiqas Amerîka piştgiriya Rêveberiya Xweser û hêzên wê bike, rêkeftina di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê de dê zehmettir bibe.