Li Herêma Kurdistan û Iraqê dengdana taybet bi dawî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserê Herêma Kurdistan û Iraqê dengdana taybet bidawî bû. Alîkarê Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ji Rûdawê re ragihand ku demjimêr 18.00 prose bidawî hat.

Li Herêma Kurdistan û Iraqê dengdana taybet a hilbijartinên parlamentoya Iraqê birêve çû û hêzên emnî, koçber û girtiyan dengê xwe dan.

Alîkarê Berdevkê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Nibras Ebusude ji Rûdawê re ragihand ku û proseya dengdana taybet demjimêr 18.00 bi dawî bû û amêrên dengdanê hatin girtin.

Wî berpirsê Komîsyona Bilind ragihand ku encamên dengdana taybet, dê li gel encama dengdana giştî bên belavkirin.

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan Celîl Ednan Xelef, di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, dengdana taybet bêyî pirsgirêk û bêyî tomarkirina ti binpêkariyekê bi dawî hat û got, “Rêjeya beşdariyê nîşanek e ku dengdan serkeftî bû.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî derbarê hilbijartinê de daxuyanî da û dengdana taybet a îro wek “pêngaveke serkeftî û destpêkek” binav kir jib o hilbijartina giştî ya roja Yekşemê.

Biryar e roja yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê dengdana giştî bo heyama pêncem a hilbijartina parlamentoya Iraqê birêve biçe ku nêzîkî 25 milyon kesan mafê dengdanê heye.