Xêrxwazek bo Mihemed lingê protez dabîn dike

Hewlêr (Rûdaw) - Xêrxwazek ji bo zarokê ji Rojavayê Kurdistanê Mihemed Husên ku dîmenên wî li ser torên civakî belav bibûn û bibû rojev lingê protez dabîn dike.

Mihemed Husên zarokekî 5 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê dijî. Berî 2 salan ji ber nexweşiyekê lingek wî tê birîn û dibe xwedî pêdawîstiyên taybet. Lê proteza wî ya ling nîne û neçar e bi darê binçengan bimeşe.

Berî çend rojan dema ku Mihemed li navenda navçeya Qoserê bi darê xwe yê binçengê dibeziya, dîmenên wî hatin tomarkirin û li ser medya civakî hatin belavkirin.

Ew dîmen di demeke kurt de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bûn rojev û ji aliyê gelek kesan ve hatin belavkirin. Piştî belavbûna wan dîmenan kesekî xêrxwaz peywendî ligel malbatê kir û xwest bi rêya komeleyeke alîkariyê, hemû xerciyên lingê protez bo Mihemedê 5 salî dabîn bike. Mihemed niha li benda lingê protez e ku bikare cardin bimeşe.

Bavê wî Sabri Husên jî amaje bi wê yekê da ku ew bixwe jî 15 sal in nexweşê şekirê ye û 2 zarokên wî hene.

Bavê Mihemed dibêje “Xêrxawazekê xwest ku xerciyên protezê bo zarokê min dabîn bike. Gelek keyfa zarokê min hat. Eger proteza wî hebe dê bikaribe li ser lingê xwe bimeşe.”