Di dengdana taybet de dîmenên balkêş

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê îro proseya dengdana taybet birêve diçe. Mam Cume jî biryar dabû her bi çi awayî be xwe bigihînê ser sindoqa dengdanê û deng bide wî berbijêrê ku ew jêhatî dibîne. Cume Ehmedê 65 salî, pêşmergeyê fermande Sefîn e û lingê wî şikiyaye. Lê ev ji wî re nebûye asteng ji bo dengdanê.

Li Herêma Kurdistanê hêzên emnî û serbazî berî vekirina deriyên navendên dengdanê bi coş û kelecan li pêş binkeyan amade bûn, ku bi şêweyekî li hinek cihan dengdan rawestiya.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav dibêje, “Hejmara zêde ya dengderan di heman demê de bû sedema ku li prose demekê bisekine.”

Li Herêma Kurdistanê, 225 û 851 kes ji hêzên emnî û 105 hezar û 754 koçber, bi tevahî ji 331 hezar û 600 kesan zêdetir di dengdana taybet de mafê dengdanê hene, ligel hejmarek kêm kesên girtî. Bo wê armancê li 181 binkeyan 791 navendên dengdanê hatine avakirin.

Ev jî kameraya Rûdawê li Bexdayê tomar kiriye ku zilamek bi hevkariya kesekî din dixwaze bigihêje binkeya dengdanê.

Dengdana taybet qonaxa yekem e di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de. Li gor amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, mafê milyonek û 196 hezar û 524 kesan yê dengdanê heye.

Ev jî dîmenê yek ji wan pêşmergeyane ku dar şeqên wî nebûne sedema paşde mayîna ji dengdanê.

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr Sîrwan Barzanî dibêje, “Nabe ti kesek bimîne ku dengê xwe nede, her kesek pêwîst e dengê xwe bide.”

Biryar e roja yekşemê 10ê Cotmeha 2021ê dengdana giştî bo heyama pêncem a hilbijartina parlamentoya Iraqê bi rê ve biçe ku nêzîka 25 milyon kes mafê dengdanê heye.