Komîsyona Hilbijartinan: Pirsgirêkên teknîkî yên amûrên dengdanê hatin çareserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku îro bo demekê li hin navendên dengdanê li Hewlêrê di amûrên dengdanê de pirsgirêk derketin, Berpirsê Teknîkê yê Ofîsa Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê li Hewlêrê ragihand, pirsgirêkên di amûran de hatin çareserkirin.

Botan Şêrko Caf, Berpirsê Teknîkê yê Ofîsa Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê li Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, tevahiya pirsgirêkan hatine çareserkirin. Botan Caf herwiha got, “Bo dema 10 xûlekan pirsgirêk derket, lê niha pirsgirêk bi temamî hatine çareserkirin û tevahiya kesên mafên wan ê dengdanê heye, dikarin dengê xwe bidin.”

Piştî destpêkirina dengdana taybet li Herêma Kurdistanê, Emîd Osman Mihemed, Rêvebirê Giştî yê Ragihandin û Hişyariyê ya Wezareta Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand, li çend navendên dengdanê pirsgirêkên teknîkî di amûrên dengdanê de derketine û got, “Diviyabû komîsyon hûrtir kar kiriba û rê nedaba ku ev yek çê bibe.”

Îro demjimêr 07:00 li Herêma Kurdistanê û demjimêr 08:00 li beşên din ên Iraqê proseya dengdana taybet, ji bo hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê destpê kir û dê heta demjimêr 18:00 berdewam be.

Li Tevaya Iraqê milyonek û 75 hezar û 727 kes ji hêzên ewlekariyê mafên wan yê dengdanê heye. Herweha di zindanan de jî, 671 mafê wan yê dengdanê heye. Ew koçberên ku di wezareta koç û koçberan ya Iraqê de hatine tomarkirin û mafê wan yê dengdanê heye li 17 parêzgehan deng didin û hejmara wan 120 hezar û 126 kes in û piraniya wan li Herêma Kurdistanê ne.

Ji wê hejmarê, ji hêzên taybet zêdeyî 331 hezar û 600 dengder li Herêma Kurdistanê dikarin beşdariyê di dengdana taybet de bikin.