Ermenistanê yekemîn konsulê xwe şande Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Ermenistanê bi fermî konsulxaneya xwe li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê vekir û Arşak Manûkiyan (Arshak Manoukian) wek yekemîn Konuslê Ermenistanê gihîşt Hewlêrê.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî ragihand, wî duh Çarşemê pêşwazî li yekemîn Konsulê Giştî yê Ermenistanê yê li Kurdistanê, Arşak Manûkiyan kiriye.

Sefîn Dizeyî li ser twittera xwe ragihandiye, “me derbarê peywendiyên du alî û mijarên cihê giringiya herdu aliyan de gotûbêj kir.”

Dizeyî herwiha dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li destpêşxeriyên dewletan ji bo pêşxistina peywendiyên me û avakirina hevbeşiyekî bihêz dike.”

 

Balyozê Ermenistanê yê li Bexdayê Hrachya Poladiyan di 20ê Hezîrana 2019an de tevî şandeke welatê xwe serdana Herêma Kurdistanê kiribû û di civîna li gel Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî de gotibû, ku welatê wî dê di sala 2020an de konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke.

Bi giştî zêdetir ji 20 konsulxaneyên welatan li Hewlêrê hene. Ligel wê jî hejmarek nivîsgehên konsulxaneyan û 6 konsulxaneyên fexrî hene.