Li Rihayê 15 roj qedexe hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, hemû çalakiyên weke civîn û meş û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Walîtiya Rihayê di daxuyaniyekê de ragihand, li sînorê wê parêzgehê, bo dema 15 rojan hemû core çalakiyên weke civîn, meş û xwepêşandan qedexe ne.

Li gor daxuyaniyê, qedexeyê ji roja 5ê Cotmehê ve dest pê kiriye û dê heta roja 19 Cotmehê bo dema 15 rojan dom bike.

Ragihandina wê qedexeyê li sînorê parêzgeha Rihayê, di demekê de ye, ku li sînorê navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) ya wê parêzgehê têkildarî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, liv û tevgerên artêşa Tirkiyê zêde bûne.

Artêşa Tirkiyê demek e dirêj e, ku ji bo amadekariya encamdana êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê, leşkerên zêde, çekên giran, cebilxane û pêwîstiyên locestîk dişîne sînorê navçeyên Rihayê, yên ku dikevin ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.