Komîsyon: Giliyên partiyan dê hejmara kursiyan biguherîne

08-10-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Gilî Kursî Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar ragihand ku bi amadebûna Nûnerê Neteweyên Yekbûyî, îro lêkolînan li ser giliyên partiyên siyasî yên li ser hilbijartinan temam dikin û got: “Piştî çareserkirina giliyan, dê di hejmara kursiyan de guhertin pêk were.”

 

Şêrwan Zirar ji Rûdawê re ragihand: “Îro duşemê 08-10-2018an bi amadebûna nûnerê Neteweyên Yekbûyî, lêkolînên li ser giliyên hilbijartinan temam dikin û bi giştî hezar û 45 gilî hatine tomarkirin û 228 sindoq jî qurdeleyên sor li wan hatine xistin. Îro lêkolîn li ser hemûyan dê temam bibe û endamên komîsyonê jî dê biryara dawî li ser vê mijarê bidin.”

 

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinû Rapirsiyê Şêrwan Zar tekez kir ku "gilî û qurdeleyên sor dê guhertin li ser wan kursiyên ku heta niha hatine ragihandin pêk bîne".

 

30ê Îlona îsal hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê birêve çû. Li gor encamên ku hatine ragihandin, PDK 44 kursî, YNK 21 kursî, Goran 12 kursî, Nifşê Nû 8 kursî, Komel 7 kursî û Hevpeymaniya Ber bi Îslah 5 kursî, Hevpeymaniya Serdem jî 1 kursiyek bi dest xist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst