Li Amedê 2 cerdevan hatin kuştin

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Farqîn a Amedê di heyema operasyona hêzên Tirkiyê ya li hemberî gerîlayên PKKê de 2 cerdevanan canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

 

Li gor daxuyaniya parêzgariya Amedê li gundê Dagciler ê bi ser navçeya Farqînê ve cerdevanên bi leşkerên Tirkiyê re derketine operasyonê pêlî mayînê kirin.


Di encama teqînê de li cihê bûyerê cerdevanên bi navê Îhsan Gur û Cevat Bilgiç canê xwe ji dest dan û cerdevanê bi navê Murat Bartev jî bi dijwarî birîndar bû.


Bartev ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.


Piştî bûyerê li herêmê oparasyoneke berfireh hate destpêkirin.