Asayişa Rojava bijîşk girtin

Qamişlo (Rûdaw) - Asayişa Rojavayê Kurdistanê 3 bijîşkên kurd li Qamişlo girtin û 50 bijîşkan li pêş avahiya asayişê xwepêşandanek lidar xistin.

 

Bijîşkî ku di xwepêşandanê de beşdar bibû ji Rûdawa re ragihand, hersê hevalên wan bi hiceta sextekirina belgeyên tendirustiyê di derbarê nexweşên ku tên Başûrê Kurdistanê de ji bo ku werin dermankirin ji aliyê asayişê ve hatin girtin.

 

Wi bijîşkî ji amaje kir ku ev tometa hêzên asayişa Rojavayê Kurdistanê ne raste û divê hevalên wî serbest bêne berdan.

 

Bijîşkêmn ku hatine girtin, Mesûd Şêxmûs, Yehya Sedûn û Zuhrab Orhan, her sê jî endamê Desteya Tendirsutiyê ya kantona Cezîrê ne.

 

Serokê Encûmena Cîbicîkar a Kantona Cezîrê Ebdulkerîm Saroxan soz dabû pizîşkên ku xwepêşandan lidarxistbûn, hersê pizîşkên girtî werin berdan.