Pîvazên Amûdê têne berhevkirin

08-10-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amudê (Rûdaw) – Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê niha dema berhevkirina pîvazan e.

 

Zeviyên Bajarê Amûdê bi berhemdana pîvazan navdar in.  Li Amûdê, pîvaz di meha Sibatê têne çandin û di meha Îlon û Cotmehêd e tên berevkirin.

 

Piraniya caran mewsimê pîvazan bi destê karkerên koçber, ku xwe li bajar girtine, tê berhevbkirin.

 

Cotyar, piştî çandina kixsên pîvazan, wan 7 mehan av didin û xizmetê li wan dikin, lê bi gotina wan  pîvaz erzan tên firotin û dahata wan ne li gorî ked û cefaya wan e.

 

 

Bazirganên pîvazan berhemên cotyaran li ser Qapanê dikêşin û bi Otombîlên barhilgir wan vediguhêzin û di embaran de kom dikin.

 

Pîvazên ku ji cotyaran têne kirîn li embarên taybet têne bicîkirin û piştî demekê, bazirgan wan dadixin bazarên navxwe yan jî ji bo deverên din ên Sûriyê tên şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst