Dihok – Rêxistineke sivîl 500 çîrok û serpêhatiyên jinên êzîdî tomar kirine

08-10-2015
RÛDAW
Komkirina belgeyên qirrkirina Şingalê
Komkirina belgeyên qirrkirina Şingalê
A+ A-

 

Dihok (Rûdaw) – Rêxistineke sivîl a Başûrê Kurdistanê heta niha çîrok û serpêhatiyên keç û jinên êzîdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, tomar kiriye.

 

Çend rêxistin û navendên sivîl li Dihokê dest bi tomarkirin û berevkirina çîrok û serpêhatiyên keç û jinên êzîdî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, kirine.

 

Yek ji wan rêxistinan, rêxistina Asûde ye ku heta niha 502 çîrok û serpêhatî tomar kirine.

 

Yek ji dozgerên dosyeya qirrkirin û jenosîda Şingalê jî dibêje, mirov dikare ji bo nasandina qirrkirina Şingalê, ji wan belge û çîrokan sûdê werbigire…

 

Par havînê çekdarên DAIŞê êrişî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin û jibilî kuştina bi sedan kes, bi hezaran keç û jinên kurd ên êzîdî jî revandin.

 

Li gorî amarên fermî, heta niha derdora 2 hezar jin û keçên êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst