Mişel Temo di 4mîn salvegera terora wî de hat bibîranîn

08-10-2015
RÛDAW
Nîşan Mişel Temo Teror Qamişlo Amûdê Çel Axa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çaremîn salvegera terorkirina Rêberê Şepêla Pêşerojê Mişel Temo de, çend çalakiyên bîranînê li hin bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistin.

 

Li gor agahiyên Rûdawê, Rêxistina Şepêla Pêşerojê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya Seroka Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Şepêla Pêşeroj Narîn Metînî û nûnerên hin partiyên Kurd çalakiyeke bîranîna di salvegera terorkirina Mişel Temo de lidar xist.

 

Herwiha li bajarokê Çel Axa jî, rêxistina devera Aliyan a Şepêla Pêşerojê bi beşdariya birayê Mişel Temo, Hemîd Temo çalakiyek bo heman minasibetê lidar xist.

 

Serkirdeyê Şepêla Pêşerojê roja 7ê Cotmeha sala 2011an li bajarê Qamişlo ji aliyê komeke nenaskirî ve hatibû terorkirin.

 

Di heman bûyera terorkirina Mişel Temo de, kurê wî Marsêl Temo û Serkirdeya Şepêla Pêşerojê Zahîde Reşkêlo jî bi giranî birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst