Hikûmeta Kurdistanê: Me li hember koçberan xemsarî nekiriye

08-10-2015
RÛDAW
Koçber
Koçber
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Iraqê û rêxistineke geşedanê ya Amerîkî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê tohmetbar dikin ku guh nade penaber û koçberên ku li Başûrê Kurdistanê dimînin. Hewlêrê jî dibêje, li Kurdistanê kirîza darayî heye.

Li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 2 milyon koçber û penaberên iraqî, sûrî û Rojavayê Kurdistanê hene.

Hikûmeta Iraqê û Ajansa Geşedana Amerîkayê di warê xwedîkirin û hewandina koçber û penaberan de giliyan li hikûmeta Kurdistanê dikin û dibêjin, Hewlêrê di wî warî de xemsarî kiriye.

Alîkarê Berpirsê Fermangeha Derve ya Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî li ser vê yekê ji Rûdawê re got, em niha di kirîza darayî de ne û berpirsiyarê vê rewşê jî hikûmeta Iraqê ye ne hikûmeta Kurdistanê. Em Ajansa Geşedana Amerîkî jî rexne dikin. Eger ew rast dibêjin bila amarekî bidin me ka çi kirine ji bo koçberan. Niha li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 2 milyon koçber hene.

Lê Nûnera Iraqê di karûbarên koçberan de Aliye Elbezaz li ser vê mijarê tiştekî din dibêje. Elbezaz ji Rûdawê re got, koçberên iraqî ji xizmetguzariyên hikûmeta Kurdistanê razî ne. Eger hikûmetê alîkariya koçberan nekiriba wê çaxê 2 milyon koçber dê çawa li Başûr bimana?

Ji ber şerê DAIŞê, zêdetirî 2 milyon koçberên iraqî û kurdên êzîdî berê xwe dane deverên Başûrê Kurdistanê û li nav 30 kampan de bicîh bûne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst