Hewldana Partiya Kurdistanî banga yekitîyê kir

Navenda Nûçeyan - Hewldana Partiya Kurdistanî, bang û hişyarî li gel kir û got, “Hêzên tarî, dixwazin kurdan li hev bide şikandin û senaryoyek dîsa dane destpêkirin.”

 

Meclisa Hewldana Partiya Kurdistanî di daxuyaniya nivîskî de ragihand ku bi destê DAIŞê li dijî kurdan êrîşa tunekirinê dane destpêkirin û ev êrîş piştî Şingalê niha jî lo Kobaniyê tê kirin.

 

Hewldanê daxuyand ku ev êrîş di serî de ji aliyê dewleta tirk û hêzên dixwazin doza kurd û Kurdistanê bi derew û hîleyan bifetisînin ve tên pêk anîn û wiha domand:

 

“Îro hêzên tarî, dixwazin kurdan li hev bide şikandin û senaryoyek dîsa dane destpêkirin. Kurdan li hev radikin û hewl didin rojevê biguharin. Lihevrabûna kurdan a bi şîdetê zerarekî mezin dide doza gelê me. Divê yekser ev êrîş bên dawîkirin.”

 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê hemû saziyên kurd ên siyasî û demokratîk û sivîl li dijî vê provokasyonê hişyar bin.

 

Di daxuyaniya daxwaz ji DBP û HDPê bo pêşîlêgirtina porvokasyonan de hatî kirin wiha domand:

 

“Em bangê li hemû gelê Kurdistanê, saziyên siyasî û sivîl, otorîteyên dînî, rûsipiyên civakê dikin li hemberî vê provokasyona dixwaze di nav kurdan de şereke dî bide destpêkirin, hewldanekî hevpar û bibiryar pêşve bibe. Em hewldanên hêzên tarî têk bibin. Bi hevre li paşeroj û jiyana gelê xwe xwedî derkevin.”

 

Herwiha Hewldana Partiya Kurdistanî bang li kurdan kir li dijî DAIŞê binin yek û wiha domand:

 

“Hêzên Pêmerge yên Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê û hêzên leşkerî yên partiyên siyasî yên Rojavayî divê ji bo piştgiriya birayên me yên şervan hewl bidin ku Koalîsyoneke Navneteweyî pêk bînin. Bangê li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa û hemû dewletên cîhanê yên li dijî DAIŞê dikin ku piştgiriyekî her awayî bidin birayên me yên li Kobaniyê li ber xwe didin.”