Parêzgarê Amedê eşkere kir: Cenazeyê Narînê çawa hat dîtin?

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu eşkere kir ku cenazeyê Narînê di nava kîsekî (telîs) de û di binê keviran de hatiye dîtin.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bûbû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

“Termê wê di nava kîsekî de hat dîtin”

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu piştre daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Narîn Guran saet 08:45an tevî cilên xwe li kêleka rûbarekî bi mirîtî hat dîtin.

Termê wê di nava kîsekî de bû û di bin keviran de hatibû veşartin.”

Parêzgarê Amedê amaje pê kir ku Narîn hatiye kuştin û piştî ku hatiye kuştin, termê wê di telîsekî de li nav ava rûbar hatiye danîn û serê bi kevir û şaxên daran hatiye girtin da ku diyar nebe.

Tîman piştî lêkolînên li cihê bûyerê termê Narînê biriye Saziya Bijîşkiya Dadî ya Amedê.

Murat Zorluoglu diyar kir ku lêpirsinên edlî yên li ser bûyerê jî berdewam dikin.

Li hêla din, divê were gotin ku berê li wê herêmê ji bo dîtina Narînê gelek xebat hatibûn kirin.

Tê texmînkirin ku termê Narînê şeva borî li wê derê hatibe veşartin.