Nasnameya 3 gerîlayan hat eşkerekirin

3 demjimêr berê
Nîşan HPG Gerîla Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku li Xakurkê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê da zanîn ku gerîlayên bi nasnavên Amed Efrîn û Firat Sêrt 20ê Tîrmeha 2024an û Fedakar Yadîgar jî 21ê Tîrmeha 2024an li Xakurkê canê xwe ji dest daye û got:

“Hevrêyên me Amed, Firat û Fedakar li herêma Xakurkê di demên cuda de di êrişên dijmin de şehîd ketin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Amed Efrîn: Navê wî yê fermî Zekî Hasan e û ew ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Firat Sêrt: Navê wî yê fermî Mehmet Selçuk e û ew ji Sêrta Bakurê Kurdistanê ye.

Fedakar Yadîgar: Navê wî yê fermî Mucahît Onal e û ew ji Mûşa Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê da zanîn ku Amed Efrîn sala 2012an, Firat Sêrt sala 2014an û Fedakar Yadîgar jî sala 2015an tevî refên gerîlayan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst