DÊRSIM - Welatî daxwaza pireke li ser Bendava Kebanê dikin: ‘Em gelekî disekinin’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Xarpêt Bendava Kebanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera parêzgehên Dêrsim û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê de bi ferîbotan li ser Bendava Kebanê çûnûhatin tê kirin.

Demsalên havînê rojane 3 hezar û 500 otomobîl di navbera Xarpêt û Dêrsimê de têne veguhastin.

Rêya bejahî ya di navbera her du parêzgehan de 140 kîlometre ye û bi rêya avê jî mesafe dadikeve 77 kîlometreyan.

Lê ji ber qerebalixiyê û dorê xelk gilî û gazinan dikin.

Welatî dixwazin pirek li ser Bendava Kebanê were çêkirin.

Welatiya bi navê Gonul Ekerê got:

“Bi taybetî van saetan dema em ji Elazigê tên Dêrsimê gelekî qerebalix dibe.

Em daxwaza çêkirina pirekê dikin. Em ji bo derbasbûnê zehmetiyê dikişînin.

Em gelekî disekinin, hewa germ e û xelk aciz dibe bi rastî.”

Rêwiya bi navê Arzu Sayarê jî anî ziman:

“Aliyên xweş ên ferîbotê hene. Mirov golê dibîne û dîmenên avabûna rojê temaşe dike.

Li aliyê din, mirov gelekî di dorê de disekine, tu diçi qata serî pirsgirêk e, li qata jêr otomobîl zêde ne û di nav hev de ne. Heta xala dawî tijî dikin.”

Welatî di dema çaverêkirina dorê de bi temaşekirina xweza û avabûna rojê dema xwe derbas dikin û ji vê rewşê kêfxweş in.

 Welatî Yigit Kaya jî da zanîn:

“Em li Elazigê rûdinin lê dema em bi armanca geştyariyê têne vê derê avabûna rojê gelekî xweş e.

Dema em bi malbatî geştê dikin dîmenekî gelekî xweş derdiekve holê.

Em li vê derê avabûna rojê pir xweş dibînin.”

Ava Bendava Kebanê sala 1974an hat berdan û ji wê rojê ve. 40 sal in li ser bendavê seferên ferîbotê yên di navbera parêzgehên Xarpêt û Dêrsimê de berdewam in.

Seferên ferîbotê saet 07:00an dest pê dikin û heta 22:00an saetê carekê du alî tên kirin û her seferek 15 deqîqeyan berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst