Li Wanê erd hejiya!

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,8 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku navenda erdhejê navçeya Tûşbayê û Gola Wanê ye.

AFADê destnîşan kir ku erdheja bi bi hêza 3,8 pileyan derdora saet 04:43an 11 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Rasatxaneya Kandîlliyê jî da zanîn ku erdhej bi hêza 3,9 pileyan bûye.