Li Mêrdînê qeza: 9 kes birîndar bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qoser Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê du otomobîl li hev ketin û di qezayê de 9 kes birîndar bûn ku ji wan 5 zarok in.

Li nêzîkî gundê Xaşeriyê yê Qoserê du otomobîlên ku nasnameya şofêrên wan hîn nehatiye tesbîtkirin, li hev ketin.

Li ser agahdarkirinê ambulans û ekîbên îtfaiyeyê çûn bûyerê.

Di qezayê de M.Î.Ç. (39), S.Y. (34), A.Y. (21), N.Ç. (8), M.D.Y. (12), G.Ç. (10), H.Ç. (8), M.E.Ç. (3) û Î.Ç. (33) birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê Qoserê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst