Hirç û beraz tehmê nadin cotkarên Çelê: Nobetê digirin!

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundên navçeya Çelê ya parêzgeha Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê hirç û beraz tehmê nadin cotkaran.

Cotkarên deverê 4 meh in bi şev û roj ji ber hirç û berazan nobedariya zeviyên birinc û baxên fêkiyan dikin.

Ew dibêjin eger nobetê negirin ajelên kovî dê tiştekî ji wan re nehêlin.

Cotkar Abdulrezak Demiroglu li ser dema hatina hirç û berazan got:

“Hinek caran êvaran tên, hinek caran jî destê sibehê saet 04:00-05:00an tên.”

Cotkar meha Nîsanê dest bi çandina birincê dikin.

Dawiya Îlonê û destpêka Çiriya Pêşînê jî dest bi çinîna wê dikin.

Cotkaran li cihên bilind ji bo ku karibin bi başî bax û zeviyan bibînin cih çêkirine û lê dimînin.

Ew bi şev jî bi çirayan derdora xwe kontrol dikin.

Heta 4-5ê sibehê divê hişyar bin û haya wan ji çandiniya wan hebe.

“Hirç û berazan tiştek ji me re nehiştiye”

Cotkarê bi navê Kazim Tekinalp jî anî ziman:

“Hirç û berazan tiştek ji me re nehiştiye. Zêdeyî 50 darên me yên fêkiyan hene.

Em beşekî kêm berhev dikin yê din hirç û beraz dixwin.

Em 3-4 mehan nobetê digirin. Em nobetê li birinc negirin beraz tiştekî ji me re nahêlin.”

Li gundan çawa ku xelk niha bi hev re nobetê li baxên xwe digirin, di çandiniyê de jî alîkariya hev dikin û bi hev re zeviyan diçînin.

Ew dibêjin, heger beraz nexwe ji her donimeke birinc 600 kîlogram çeltûk berhem tê.