Demîrtaş li ser Narînê peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Selahattîn Demîrtaş li ser mirina Narîn Guranê got, "Sînorê xerabiyê, nemerdiyê, bêşerefiyê tine; nasname, bawerî, welatê wan tunin."

Termê Narîn Gurana 8 salî ku ji 21ê Tebaxê ve li Amedê winda bûbû, îro di nava telîsekî de li kêleka rûbarekî di binê keviran de hat dîtin.

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş li ser kuştina Narîn Guranê peyamek belav kir.

Selahattîn Demîrtaş di peyama xwe de wiha got:

"Sînorê xerabiyê, nemerdiyê, bêşerefiyê tine; nasname, bawerî, welatê wan tunin.

Sînor, nasname, bawerî û welatê têkoşîna jiyana bi rûmet, dilpakî û qenciyê jî tunin.

Çûna te ya bi vî awayî hinekî din tarî bike jî têkoşîna me ya bê dawî ya ji bo ronahiyê dê berdewam bike firîşteha min. Me hemûyan efû bike."