Li Dêrsimê 4 leşkerên Tirkiyeyê mirin û yek jî birîndar bû

Dêrsim (Rûdaw) – Li navçeya Pilûrê ya parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê, wesayîta leşkerên Tirkiyeyê wergeriya û di encamê de 4 leşker mirin û leşkerek jî birîndar bû.

Wesayîta leşkerî ya cendirmeyên Tirkiyeyê îro di navbera navçeya Pilûr û navçeya Xozatê de wergeriya.

Di qezayê de 4 leşkerên Tirkiyeyê mirin û yek jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê gelek ekîp çûn cihê qezayê.

Hêzên Tirkiyeyê leşkerê birîndar bi helîkoptera bi tîpa Skorsky bir Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Têkildarî qezayê lêpirsîneke piralî hat destpêkirin.