Erdogan li ser Narînê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê Narîn Gurana ku îro termê wê hat dîtin de got, "Kesên ku destê me ji Narîna me qetandin, ji bo ku cezayê herî giran hildin, ez dê bixwe pêvajoya edlî bişopînim. Bila ev were zanîn."

Termê Narîn Gurana 8 salî ku ji 21ê Tebaxê ve li Amedê winda bûbû, îro di nava telîsekî de li kêleka rûbarekî di binê keviran de hat dîtin.

Parêzgarê Amedê da zanîn ku Narîn hatiye kuştin û piştî ku hatiye kuştin, termê wê di telîsekî de li nav ava rûbar hatiye danîn û serê bi kevir û şaxên daran hatiye girtin da ku diyar nebe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dertbarê Narînê daxuyanî da û wiha got:

 "Îro serê sibê cenazeyê keçika me ya Narînê li Baglara navçeya Amedê hat dîtin.

Xwedê rehma xwe lê bike. Em bi nûçeya ku Narîn bi awayekî caniyane û hovane hat kuştin gelekî xemgîn bûn û agir bi kezeba me ket û ev xemgînê nayê gotin.”

Erdogan diyar kir, ji kêliya ku Narîn winda bûye pê ve hêzên ewlehiyê ji bo ku bi zindî xwe bigihîninê, pir xebitîn û wiha dewam kir:

"Mixabin di encama lêgerîna ku 19 rojan dewam kir de me ti xebera ku em pê kêfxweş bibin, hilneda.

Kesên ku Narîn kuştin, dê teqez li ber edaletê hesab bidin, em dê ji bo vê bixebitin.

Kesên ku destê me ji ewlada me ya Narîn qetandin, ji bo ku cezayê herî giran hildin, ez dê bixwe pêvajoya edlî bişopînim. Bila ev were zanîn."