Mereş - Otomobîl û barhilgir li hev qelibîn: 2 mirî

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mereş Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksûnê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê otomobîl û barhilgir li hev qelibî, 2 kes mirin.

Li ser rêya Mereş - Goksûnê barhilgira ku M.T diajot li otomobîla li Bugra Sari diajot qelibî.

Li ser agahdarkirinê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê cûn cihê bûyerê.

Di qezayê de şofêrê otomobîlê Bugra Sari li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Her wiha kesekî din ê di otomobîlê de ku nasnameya wî nehatiye zanîn jî birîndar bû.

Birîndarê ku di otomobîlê de asê mabû ji aliyê tîman ve ji otomobîlî hat derxistin.

Tîmên tenduristiyê birîndar bir Nexweşaxaneya Dewletê ya Goksûnê lê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Bugra Sariyê ku li cihê bûyerê canê xwe ji dest dabû piştî lêkolîna dozgeriyê tîmên tenduristiyê cenazeyê wî bir morga nexweşxaneyê.

Li aliyê din, şofêrê barhilgirê M.T. hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst