Li Semsûrê êrişa çekdarî: Kesek li hewşa mala xwe hat kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Semsûr Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cêlikanê ya parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê, di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin.

Li Taxa Mahmut Okmen a navçeya Cêlikanê îro dema ku li hewşa mala xwe rûniştibû hinek kesên nehat zanîn kî ne, bi demançeyê gule li Abdurrahman Akay reşandin.

Kesên li wê derê Abdurrahman Akay yekser bir Nexweşxaneya Dewletê ya Cêlikanê.

Lê tevî midaxleya li nexweşxaneyê Akay canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê termê Abdurrahman Akay ji bo karên otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst