Li Mêrdînê mînîbusa karkeran wergeriya: 21 birîndar

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qoser Mêrdîn Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbusa karkeran wergeriya, 21 kes birîndar bûn.

Li nêzîk gundê Qurunê yê Qoserê şeva borî mînîbusa karkeran a ji nav erdan vedigeriya ji rê derket û li kêleka kanala avdaniyê wergeriya.

Di encama qezayê de bûyerê de 21 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên Qoser û Mêrdînê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst