Polîs berê çekê da xelkê: ‘Ez dê bibim zilma ser serê we’

3 demjimêr berê
Nîşan Polîs Gever Xelk Gef Çekkişandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê polîsekî berê çeka xwe da xelkê û got, “Ez dê bibim zilma ser serê we.”

Li avahiyên komî yên Pîzokê xelkê ji ber tevgerên wî yên nelirê bertek nîşanî polîsekî da.

Xelkê diyar kir ku ew polîs heta derengê şevê dengê stranan bilind dike û xelkê aciz dike û gelek tevgerên wî yên nelirê hene.

Şêniyên avahiyê paşê civiyan û di navbera wan û polîs de nîqaş derket.

“Ez dê bibim zilma ser serê we”

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), polîs gef li xelkê xwarin û got, “Ez ji vê avahiyê dernakevim û ez dê bibim zilma ser serê we.”

Piştî van gefan li ber avahiyan xirecir çêbû û xelkê giliyê wî polîsî kir.

Şeniyên avahiyê diyar kir ku wan çend caran hişyarî daye wî polîsî lê ew dîsa li ser a xwe maye û tevgerên xwe domandine.

Li gorî heman çavkaniyê, polîsekî gef li nûçegihanê MAyê jî xwariye û gotiye, “Tu dîmenan bigire, ez dê paşê te bibînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst