WAN - 12emîn ayîna Ermenan li Dêra Axtamarê bi rê ve çû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 12emîn ayîna Ermenan li Dêra Axtamarê ya li nava Gola Wanê hat lidarxistin.

Dêra Axtamarê ya li nava Gola Wanê salê carekê ji bo îbadetê vedibe.

Beşdarên ayînê ji skeleya navçeya Gevaşê bi keştiyan ber bi Girava Axtamarê ve hatin veguhastin.

Ayîn bi serpereştiya Patrîkê Ermenên Tirkiyeyê Sahak Maşalyan, alîkarê wî Keşe Kaspar Garabetyan û Peder Drtad Uzunyan bi rê ve çû.

Kesên ku beşdarî ayînê bûn, find pêxistin, dua kirin û îlahî gotin.

Piştî sala 1915an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû dêrên Ermenan hatin girtin û rê nehat dayîn ku ew ola xwe bi azadî bijîn.

Hikûmeta Tirkiyeyê, piştî 95 salan sala 2010an destûr da ku li nav dêra dîrokî ya Axtamarê ya Ermenan merasîmên ayînî werin kirin.

Heta niha 11 merasîm hatine sazkirin û îsal ayîna 12emîn bi rê ve diçe.