ERZIROM - Berfa ewil a salê bariya

Hewlêr (Rûdaw) - Li cihên bilind ên Palandokenê berf bariya ku yek ji navendên kaşûnê yên herî girîng e.

Li Erziromê barana ku bi navber dibare li cihên bilind şûna xwe ji berfê re hişt.

Palandokena li Erziroma Bakurê Kurdistanê yek ji navendên kaşûnê yên herî girîng e.

Serê Palandokenê doh berê êvarê cih bi cih spîçîl bû.