Li Kerkûkê 4 otomobîlan li hev xist, 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûkê 4 otomobîlan li hev xist, 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Bûyerê doh êvarê li nêzîkî Taxa Şorawiyê ya Kerkûkê rû da.

Birêbevirê Ragihandinê yê Saziya Tenduristiyê ya Kerkûk Saman Babe Elî ji Rûdawê re da zanîn ku 2 kes mirine û 4 kes jî birîndar in.

Saman Babe Elî diyar kir ku birîndar veguhastine nexweşxaneyê û term jî birine Saziya Bijîşkiya Dadî.

Li gorî agahiyên ku şahidan dane, 4 kes di taksiyekê de bûn, yek ji wan miriye û 3 ji wan birîndar in.

Li hêla din, kesê bi navê Şaxewan Cefer dîmenên cihê bûyerê ji Rûdawê re şandin.