Li Qoserê 6 kesên bi polîs re pev çûbûn hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, 6 kesên ku bi pasevanê dozger re pev çûbûn hatin girtin.

Li gor zanyariyan şeva 6ê Îlonê li Taxa TOKIyê ya Qoserê di navbera cerdevanê bi navê Nizamettin Tekin û polîsê bi navê T.Y.C. yê kirêciyê wî de ji ber kirê nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de di navbera her du aliyan de pevçûn derket.

Polîsê ku pasevanê dozger bû derbarê malbata Tekînan de gilî kir.

Polîs li cihê bûyerê cerdevan Nizamettîn Tekîn, Lokman Tekîn, Fatîh Tekîn, Tahsîn Tekîn, Niyazî Tekîn, Mehmet Metîn Tekîn û zarokê bi navê M.Tekîn ê 17 salî bi hinceta “birîndarkirina bi qest” desteser kir.

7 endamên malbata Tekînan piştî karên îfade wergirtinê li Rêveberiya Ewlehiyê ya Qoserê şandin Dadgeha Qoserê.

Dadgehê derbarê Nizamettîn Tekîn, Lokman Tekîn, Fatîh Tekîn, Tahsîn Tekîn, Niyazî Tekîn û Mehmet Metîn Tekîn de biryara girtinê da.

Herwiha M.Tekîn jî bi mercên kontrola dadî hat berdan.