ÎLAM - Şofêrê otobusekê di xew re çû: 4 kes mirin, zarokekî 3 salî jî birîndar bû

08-09-2023
RÛDAW
Nîşan Îlam Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Rêveberê Polîsên Trafîkê yê Îlamê Ebulfezl Kehzadî ragihand ku qeza di demjimêr 04:30ê serê sibehê rû daye.

Ebulfezl Kehzadî diyar kir ku qeza li ser rêya sereke ya di navbera Dêloran û Endîmişkê de li nêzîkî gundê Berebêjeyê ku 40 kîlometre dûrî Dêloranê ye çêbûye.

Ebûlfezl Kehzadî da zanîn ku piştî agahiya bûyerê wan yekser tîmên hawarçûnê şandine cihê bûyerê.

Piştî lêkolîna destpêkê diyar bû ku di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye ku zarokekî 3 salî ye.

Zarok bi ambûlansê veguhestine Nexweşxaneya Dêloranê û rewşa wî baş e.

Ebûlfezl Kehzadî ragihand ku şofêrê otobusê di xew re çûye û kontrola otobûsa ji dest daye, ji ber vê yekê otobus ji rê derketiye û piştre li otomobîlekê qelibiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst