Hewlêr (Rûdaw) - Lêkoler Dr. Sedat Ulugana nexşeyeke li ser herêma ku Şêx Seîd û 46 hevalên wî lê hatibûn darvekirin parve kir.
Şêx Seîd di 29ê Hezîrana 1925an de bi 46 hevalên xwe re li Qada Derê Çiyê ya Amedê ji aliyê Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê ve hat darvekirin.
Di van 98 salan de cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî nehatiye eşkerekirin.
Doza ku Baroya Amedê di sala 2022yan de ji bo diyarkirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî li Dadgeha Îdarî ya Enqereyê vekiribû, bi hinceta “kêmasiya agahî û belgeyan” hatibû redkirin.
Lêkoler Dr. Sedat Ulugana nexşeya cihê ku Şêx Seîd û hevalên wî lê hatine înfazkirin û veşartin ku di muzayedeyekê de dîtiye bi raya giştî re parve kir.
Nexşe di muzayedeyekê taybet de hat dîtin
Dr Sedat Ulugana li ser nexşeya ku cihê darvekirin û veşartina Şêx Seîd nîşan dide ji Gazete Duvarê re axivî û diyar kir ku Tirkiye hem ji bo arşîvên nivîskî û hem jî ji bo arşîvên dîtbarî mijarên tabû girtî dihêle û ev "kevneşopiya dewletê" ye.
Ulugana da zanîn ku ew belge bi taybetî li ser Pirsa Kurd û Ermeniyan ne û wiha berdewam kir:
“Ji arşîvên fermî yên dewletê bêyî destûr û razîbûna dewletê gihandina belgeyekê pir zehmet e. Dewlet ku bixwaze dikare derxe lê berovajiyê vê ne mimkûn e.
Bi taybetî bi rêya muzayedeyan, malbatên karmendên berê yên dewletê belgeyên wan salan difiroşin.
Bi taybetî belgeyên ku li ser Kurdan û Ermeniyan in, bi bihayekî pir zêde kiryaran dibînin. Wekî din, ji arşîvên dewletê dîtina tiştekî pir zehmet e.”
“Vîdeoyên lêpirsîna Şêx Seîd hene”
Ulugana diyar kir ku serhildana Şêx Seîd û hevalên wî di encama komployekê de derketiye û got:
“Vîdeoyên lêpirsîna Şêx Seîd hene. Qeydên van vîdeoyan ji Enqereyê re dişînin.
Ev bi îhtîmaleke mezin di arşîvên Serokatiya Dîroka Leşkerî û Lêkolînên Stratejîk (ATASE) de ne.
Eger hikûmet bixwaze bi pirsgirêkê re rû bi rû bimîne dikare van veke.”
“Cihê nexşeyê û cihê lê hatiye veşartin nêzîk in”
Li aliyê din neviyê Şêx Seîd û Serokê Komeleya Şêx Seîd, Qasim Firat destnîşan kir ku di nexşeya parvekirî de cîhê ku wan dizanibû piştrast dike.
Qasim Firat li ser vê yekê got:
“Li gorî agahiyên me û rêveberê berê yê herêmê yê weqfan, cihê gorê gava mirov pişta xwe da dîwarê kelê sed û pêncî metre ber bi leşkeriyê ve ye.
Rêveberê berê yê herêmê yê weqfan ev nexşe dîtiye û hema hema heman tiştî vedibêje.
Xala ku lê hatiye darvekirin ew der e yan na ez baş nizanim lê nexşe kêm zêde rast e.”
Firat tekez kir ku ew dê heta dawiyê vê pêvajoyê bişopîne û anî ziman:
“Em bi hovîtiyekê re rû bi rû ne. Ger hûn 46 kesan bi darazeke neheq û bê dadgeh înfaz bikin û hûn bibêjin 'ez nizanim li ku ne' ev yek dûrî hişan e lê em dê bişopînin.
Niha doz li îstînafê ye. Eger îstînaf red bike îhtîmal e dê red bikin, em dê bibin dadgehên jortir û çi ji destê me bê em dê bikin.
Rûmeta me ye û me xwedîderketina rûmeta xwe ji xwe re kiriye prensîb. Em dê heta dawiyê bibin.”
“Nexşe îdiayên me piştrast dike”
Baroya Amedê di sala 2022yan de ji bo diyarkirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî doz vekiribû.
Li ser mijarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ji Duvarê re axivî û diyar kir gumana wan nîne ku cihê gorê di qeydên arşîva dewletê de ye.
Eren li ser pêvajoya doz û nexweşeyê got:
“Herçiqas qaşo darizandinek be jî wê demê bi destê dewletê di encama darizandinekê de darvekirin û înfaz pêk hatiye.
Wek Baroya Amedê li ser vê mijarê bi Komeleya Şêx Seîd re doz hat vekirin. Wezaretên pêwendîdar ji dadgehê re ragihandin ku di qeydên arşîva wan de li ser vê ti agahî nînin.
Ev qonax nîşanî me dide ku hîn zîhniyeteke dewletê heye ku nayê xwestin cihê gorê bê hînkirin an eşkerekirin.
Di dawiyê de, belgeya navborî bi rastî îdiayên ku em dibêjin an jî tînin ziman piştrast dike.
Doza ku me vekir niha di qonaxa îstînafê ye de.
Helbet em di wê baweriyê de ne ku eger orîjînala vê belgeyê yan jî kopiyek ji vê belgeyê were bidestxistin û radestî dosyaya dadgehê were kirin, ev yek dê bandorê li pêvajoya dadgehê bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse