HSDyê operasyona Xurtkirina Ewlehiyê bi dawî kir

08-09-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDyê operasyona xwe ya bi navê ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ya li Dêrezorê bi dawî kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştîvaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 27ê Tebaxê li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ daxuyaniyek belav kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ya li Dêrezorê bi awayekî serkeftî bi dawî bûye.

HSDyê diyar kir ku du roj piştî destpêkirina operasyonê hêzên wan çend terorîstên DAIŞê û bazirganên narkotîkê desteser kirin û li zêdetirî 90 gundên rojava û bakurê Dêrezorê pişkinîn kirine.

Herwiha HSDyê bal kişand ser wê yekê ku hinek aktorên derve û yên girêdayî rejîma Sûriyeyê dîtine ku ev serkeftina vê operasyonê têkçûna planên wan ên li herêmê ye û li ser vê yekê bilez xwestine ku vê operasyonê ber bi aliyekî din ve bibin.

“Armanca sereke şaneyên DAIŞê bû”

HSD di daxuyaniya xwe de wiha got:

“- Armanca bingehîn a operasyonê hedefgirtina şaneyên DAIŞ’ê bû. Lê dema ku rejîma Sûriyê bi şandina komên çekdar û hewldana tehrîkkirina fitneyê ket nava tevgerê, operasyon veguherî pevçûnên bi van komên destdirêjker re.

-Li herêma Dêrezorê ku ji 125 gundên di bin kontrola Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ya bi pêşengiya HSDyê de pêk tê, grûpên çekdar tenê derbasî nav 5 gundan bûn.

“HSDyê guh da banga gel”

 -Di destpêkê de hêzên me li hember vê cure aloziyê de aqilmendî û xwînsarî li pêşiya hişkbûn û biryardariyê dan. Lê belê, van komên çekdar di talankirin û wêrankirina xizmetên sivîl de, di nav de stasyona avê li bajarê Dîbanê, jiyana niştecihên xwecihî xist metirsiyê.

Gel banga destwerdana bi biryar li HSDyê kir. Di encamê de hêzên me yên HSDyê guh dan banga wan, 5 gund bi awayekî serketî rizgar kirin û komên çekdar ên dagirker derxistin.

Hin ji wan xwe radest kirin, hinên din jî reviyan herêmên di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de li eniya rojavayê Feratê.

“HSDyê ev plana xerab pûç kir”

-Hêzên HSDyê ji roja damezrandina xwe heta niha nebûbûn şahidê êrîşeke wiha dijwar ku li dijî wê hemû rê û rêbazên xerab û medyayê bi dezenformasyon, propaganda û nûçeyên derew ji bo tehrîkkirina fitneyê bi kar tînin.

Lê hêzên me yên HSDyê bi aqilmendî tevdigeriyan, bi hişmendiya gelê me bi aqilmendî, bibiryarbûn û profesyonelî li ber xwe dan û ev plana xerab pûç kir.

-Peywendiya erênî û berdewam a di navbera HSD û êlên herêmî yên Bakurê Sûriyeyê de, roleke girîng di pûçkirina planên rejîmên xerab ên derve, rejîma Sûriyeyê û rêjîma Dagirker a Tirkiyeyê de lîst ku bêwestan hewl didan ku nakokiyan li herêmên me derxînin.

-Di tevahiya operasyonê de hêzên me bi pêşengên êlan re ku di nav de şêxên êla El-Ekaîdat û nûnerên Hevpeymaniya Navneteweyî jî di nav de bûn, civînek li dar xist.

Di civînê de bi yekdengî tekezî li ser girîngiya qutkirina bi biryarî ya vê plana xerab û vegerandina ewlehî û aramiyê li herêmê hate kirin.

-Bûyerên vê dawiyê yên ku li çar gundan qewimîn, niyeta xerab û nixumandî ya hêzên derve li dijî herêma Dêra Zorê û xelkê wê eşkere kir.

-Di çarçoveya operasyonê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser bejahiya Minbic, Til Temir, Eyn Îsa û Girê Spiyê gelek êriş li dar xistin.

Lê hêzên me bi hemû meclîsên xwe yên leşkerî hemû êriş şikandin û derbeyên giran li çeteyan xistin.

Îro piştî paqijkirina serketî ya gundan ji komên çekdar ên destdirêjker, em bi şanazî bidawîbûna operasyona xurtkirina ewlehiyê ya li Dêra Zorê û derbasbûna operasyonên taybet ên ewlehiyê û xebatên li dijî DAIŞê li herêmê radigihînin.

Em qehremanî û fedakariya şervan û fermandarên me yên leheng, gelê herêmê û pêşengên civakê yên ku di vê operasyonê de destek û asankariyên giranbuha pêşkêşî hêzên me kirin, pîroz dikin.

Mixabin, neh sivîlan ji ber êrîşên çekên giran jiyana xwe ji dest dan, wek rokêtên ser milê ku ji aliyê komên çekdar ên destdirêjker ve li ser gundan hatin avêtin - ev rastî bi belgeyên vîdyoyî tê piştrast kirin.

“25 şervanên me şehîd ketin”

Her wiha 25 şervanên me yên HSDê yên ku di parastina herêmên xwe û gelê xwe de li hember komên çekdar ên destdirêjker şehîd ketin.

Di operasyonê de 23 endamên çekdar hatin berterefkirin. Çar hêzên berevaniya niştimanî yên bi piştgiriya rejîma Sûriyê, 2 terorîstên DAIŞê û 15 endamên çekdar ên destdirêjker hatin desteserkirin. Her wiha gelek çek, cebilxane û teqemenî hatin desteserkirin.

Di dawiyê de em spasiyên xwe pêşkêşî gel û rêveberên civaka Dêrezorê dikin ku li dijî vê hewldana fitneyê piştgiriya hêzên me kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst