Qonaxeke nû ya dîwarê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê, qonaxeke din a karê lêkirina dîwarekî li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dest pê dike.

Qaymeqam û Alîkarê Serokê Şaredariya Êlbakê serek dane projeya li ser sînor ku ew wek “dîwarekî ewlehiyê” binav dike.

Qaymeamê Êlbakê Mistefa Çelîk li ser lêkirina dîwêr got:

“Em ji her santîmetreke sînor berpirs in, bi taybetî jî di mijara rûbirûbûna teror û koçberiya neyasayî de.”

Dîwar li ser sê qonaxan tê avakirin û karê kolandinê berdewam e.

Berpirsên Tirkiyeyê ji bo ku li ser diyarkirina cihên dê dîwarên betonî werin danîn bi berdewamî bi berpirsên Îranê re hevahengiyê dikin.

Di qonaxa yekem de herêmêm mayînkirî ji aliyê tîmên cendirmeyan ve hat paqijkirin.

Heta niha 121 kîlometre çal hatiye kolandin. Heta dawiya salê dirêjiya çalan wê bibe 160 kîlometre.

Her wiha dê dîwar bi têlan bên girêdan û 58 bircên çavdêriyê û 45 bircên ragihandinê yên bi kamerayên çavdêriyê, radar û sîstema kontrolê dê bên çêkirin.

Beşeke van karan temam bûne, herwiha dronên fermandariya cendirmeyan dê çavdêriya sînoran bikin.